HSDê 50 terorîstên DAISê radestî Iraqê kir
PeyamaKurd – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihandiye, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 50 çekdarên DAIŞê yên Iraqî radest wan kirine.
Li gor Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê eşkere kir, 50 endamên rêxistina DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve radestî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê hatin kirin.
Herwiha destnîşan kiriye, ji deriyê sînorî yê Rebîe ve çekdarên DAIŞê yên desteserkirî hatin wergirtin, ku hemû xelkê Iraqê ne, piştî wergirtina wan, ji bo lêkolîn û mikurhatinê radestî Dezgeha Îstixbaratê ya Federak a ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin