250 terorîstên din ên DAISê xwe radestî HSDê kirin
PeyamaKurd - HSDê ragihand, di berdewamiya şer û pevçûnên li Hesekê de îro danê sibê 250 çekdarên din ên DAIŞê xwe radestî hêzên wan kirine û bi wê yekê hejmara çekdarên ku ji destpêka aloziyên li Hesekê xwe radest kirine, bo 550 kesan bilind bû.
Şer û pevçûn li derdora girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a bajarê Hesekê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çekdarên DAIŞê de berdewam e, ku çekdarên DAIŞê ji roja Pêncşemê 20ê Çile ve di wê girtîgehê de dest bi serhildanek mezin kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin