HSDê 4 kes ji malbatên DAISê radestî sanda Brîtanyayê kirin

25 May 2024 13:09 0 dîtin
HSDê 4 kes ji malbatên DAISê radestî sanda Brîtanyayê kirin

PeyamaKurd – Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jinek û 3 zarokên ji malbatên DAIŞê radestî şanda Brîtanyayê kirin, hejmara kesên ku di Gulana 2024an de ji kampên Rojava radestî welatê xwe kirin, gihişt 25an.

Li gorî nûçeya AFPê, li gorî çavkaniyek ji rêveberiya xweseriyê, 4 kesên ku radestî şanda Brîtanyayê hatine kirin, li Kampa Roj ku yek ji du kampên ku jin û zarokên endamên DAIŞê lê diman, hatin desteserkirin.

Di nivîsa li ser malpera Rêveberiya Xweser de hate gotin ku 4 welatiyên Brîtanya radestî şandeke fermî ya bi serokatiya nûnera taybet a Brîtanyayê bo Sûriyê Anne Snow hatine kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanyayê de hat destnîşankirin ku Brîtanyayê ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li kampên Sûriyê gelek gav avêtine.

Di dawiya sala borî de rêveberiya xweser jinek û 5 zarokên din ên Brîtanî radestî Îngilîstanê kirin.

11 welatiyên Amerîkayê ku 5 ji wan ciwan bûn, li kampên Roj û Holê di 7ê Gulanê de radestî heyeta Amerîkayê hatin kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyaniyekê de ragihand, ji bilî şandina welatiyên Amerîkayê bo welatên wan, 6 welatiyên Kanadayî ku 8 ji wan zarok in, 4 kes Hollandî û 1 jî Fînlandî jî radestî welatên wan hatine kirin.

Li gorî agahiyan, jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî yên ji 60 welatan li kampên Roj û Holê yên Rojava tên ragirtin, lê heta niha tenê 24 welatan li hev kirine ku hêdî hêdî hemwelatiyên xwe vekişînin.