Pênc welatiyên Kanadayê yên ji malbatên DAISê radestî Kanadayê hatin kirin
PeyamaKurd – Pênc welatiyên Kanadayê yên ji malbatên DAIŞê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve radestî Kanadayê hatin kirin.
Desteya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kir, ji bo vegerandina jin û zarokên malbatên DAIŞê ji kampên Bakurê Rojhilatê Sûriyê, şandeke Kanadayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel rayedarên Rêveberiya Xweser civiya.
Zanyarî destnîşan dikin, piştî civînê û hevahengiya herdu aliyan, 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞê yên welatiyên Kanadayê, radestî Kanadayê hatin kirin.
Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye û li gor amaran, zêdetirî 50 hezar jin û zarokên çekdarên DAIŞê tê de hene û beşeke mezin a ji wan jin û zarokan, xelkê welatên rojava ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin