Rojava | Hejmarek jinên malbatên DAISê ji Kampa Holê reviyan

21 February 2025 16:31 0 dîtin
Rojava | Hejmarek jinên malbatên DAISê ji Kampa Holê reviyan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hejmarek endamên malbatên DAIŞê ji Kampa Holê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê reviyan ku beşek ji wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin.

Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, îro 21ê Sibatê hejmarek kesên endamên malbatên DAIŞê ji Kampa Holê ya Hesekê reviyane û beşek ji yên reviyane aliyê hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ve hatin girtin.

Hate zanîn ku yên reviyane hejmarek jinên biyanî û malbatên Iraqî û Suriyeyî bûne ku malbatên çekdarên DAŞê ne. Li gorî zanyariyan cara şeşem e ku hewla revê ji kampê didin û herî dawî hejmareke ji wan reviyan.

Hate diyarkirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hejmarek jinên biyanî careke din girtin û ji bo kampê vegerandin, lê hejmareke ji malbatên Surî û Iraqî reviyan û hîn nehatine girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, nêzî 39 hezar kes ku piraniya wan endamên malbatên çekdarên DAIŞê ne li Kampa Holê dimînin ku wekî kampa herî xeternak a cîhanê tê zanîn.