Rojava | 220 malbatên DAISê bi lihevkirina esîrên Reqayê ji Kampa Holê tên derxistin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Rêveberiya Kampa Holê ya li bajarê Hesekê piştî lihevkirina bi eşîrên Reqayê re, biryar daye 220 malbatên DAIŞê yên ji Reqayê azad bike.
Rêveberiya Kampa Holê ragihandiye ku dê 220 malbatên DAIŞiyan ên ku ji Reqayê ne di rojên pêş de ji kampê bên derxistin.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha rûspî û serokên hozên Reqayê lîsteyeke ku navên 220 malbatên DAIŞiyan ên ji parêzgeha Reqayê ku li Kampa Holê dimînin tê de bûn, ji Rêveberiya Kampa Holê re şandibû daku wan vegerînin cih û warê wan û tevlî civakê bikin.
Heta niha 800 malbatên DAIŞê ji Kampa Holê bo Reqayê hatine şandin ku li gorî çalakvanan heta niha ew malbat di rewşeke pir xirab de dijîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin