Rojava | Wê hemû Iraqîyên malbatên DAISê bên vegerandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta nû ya Iraqê amadekariyê dike ku hemû welatiyên Iraqê yên terorîstên DAIŞê û malbatên wan ên li kampên Rojavayê Kurdistanê dimînin, vegerînin.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ew ê hemû welatiyên xwe yên di kampa Holê de vegerînin Iraqê û da xuyakirin: “Wê hemû welatiyên Iraqî yên li kampa Holê ji bo welatê wan werin vegerandin û hewldanên ji bo vê yekê didomin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Pêwîste di vê demê de karê rêxistinên navnetewî yên di nava kampê de, bi hemahengiya ligel Wezareta Koçberan be.”
Hikûmeta Iraqê beriya niha jî gelek welatiyên iraqî yên koçber bûne û malbatên DAIŞîyan ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandibûn û ew li kampên Mûsilê bicih kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin