Rapor: 7 hezar zarok li kampên malbatên DAISê yên li Rojava dimînin di bin metirsiyê de ne
PeyamaKurd – Rêxistina sivîl Save the Children diyar kir, 7 hezar zarok li konên malbatên çekdarên DAIŞê yên li Rojava di bin metirsiya êrîş û tundiyê de ne.
Rêxistina sivîl Save the Children di daxuyaniyekê de do Çarşemê ragihand, 7 hezar zarokên welatiyên biyanî li kampên Rojava di bin metirsiyê de ne û daxwaza bilezkirina proseya vegerandina wan zarokan ji bo welatên wan kir.
Rêveberiya Xweser a Rojava ji sala 2019an û vir ve, ji holê rakirina DAIŞê hat ragihandin, daxwaz ji welatên têkildar dike ku welatiyên xwe yên endamên malbatên rêxistinê yên li kampên El Hol û Roj ên parêzgeha Hesekê ne, vegerînin.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) tenê li Kampa El Holê piraniya wan jin û zarok bi giştî 56 hezar kes dijîn ku di nav wan de zêdeyî 10 hezar malbatên endamên rêxistinê yên biyanî ne. Li kampê dem bi dem dibe şahidê kaos û bûyerên ewlehiyê.
Li gorî nûçeya Şarku'l Avsat a Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFPê, Save the Children bal kişande ser wê yekê ku nêzî 7 hezar zarokên biyanî li kampên Rojava di bin xeteriya êrîş û tundiyê de ne.
Matt Sugrue, Rêvebirê Operasyonên Bernameyê li Save the Children, got: "Ev zarok di nav şert û mercên bêhêvî de asê mane û her roj di bin xetereyê de dijîn. Wextê wendakirinê tune ye.
Li gorî raporeke berê ya Save the Children, tenê di sala 2021an de li Kampa El Holê 8 jê bi kuştinê bi giştî 74 zarok mirine.
Kampa Al Hol şahidê bûyerên ewlehiyê yên kuştin û êrişên li ser karmendên ewlehiyê û xebatkarên mirovahî ye. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di navbera Çile 2021 û Hezîrana 2022 de zêdetirî sed kes li kampê hatine kuştin. Save the Children, eger welatên pêwendîdar bi vî awayî hemwelatiyên xwe vegerînin
"Dibe ku em bibînin ku zarok digihîjin balixbûnê berî ku rizgarbûyînên kampê vegerin welatên xwe."
Di sala 2022an de jin û zarokan, tenê 517 kes hatin vegerandin. Save the Children ev hejmar wekî "rekor" bi nav kir. Li gorî agahiyên ku Şarku'l Avsat bi dest xistine, ji sala 2019an û vir ve hejmara jin û zarokên ku vegeriyane welatên xwe li gorî hejmarên sala 2022an bûye hezar û 464.
Tevî bangên Rêveberiya Xweser, piraniya welatan, welatiyên xwe paşve nagirin. Kêm welatan, wek Ozbekistan, Kazakistan û Kosova, hejmareke mezin ji welatiyên xwe vegerandin. Welatên din, bi taybetî welatên Ewropî, hejmareke sînorkirî ya jin û zarokan paşde girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin