Iraq: Li 26 kampên Herêma Kurdistanê 26 hezar malbatên koçber bûne dijîn

05 May 2023 19:56 0 dîtin
Iraq: Li 26 kampên Herêma Kurdistanê 26 hezar malbatên koçber bûne dijîn

PeyamaKurd - Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku li parêzgehên Herêma Kurdistanê 26 kampên koçberan hene û ji ber rewş asayî nebûye hîn jî nikarin vegerin cih û warên xwe.

Rêveberê Fermangeha Beşan a li Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas ji ajansa fermî ya Iraqê re da xuyakirin ku li Herêma Kurdistanê 26 kampên koçberan hene û 16 ji wan li Duhokê, 6 ji wan li Hewlêrê û 4 jî li Silêmaniyê ne.

Elî Ebas eşkere kir ku 26 hezar malbat li kampan dijîn, ku piraniya wan awareyên Şingal, Neynewa, Enbar, Diyale û Selahedîn in.

Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî 4ê Gulanê ragihandibû ku hikûmeta Iraqê di pêşkêşkirina alîkariyên ji bo aware û penaberan de weke pêwîst erkê xwe bicih nayîne û gotibû: “Mixabin rewş hîn jî asayî nebûye û rêkar weke pêwîst nînin, da ku penaberên li Herêma Kurdistanê bi daxwaza xwe vegerin navçeyên xwe.”