Iraq: Li kampên Rojavayê Kurdistanê 29 hezar iraqî hene

26 July 2022 17:07 0 dîtin
Iraq: Li kampên Rojavayê Kurdistanê 29 hezar iraqî hene

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nûrî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku 300 malbatên ji kampên Rojavayê Kurdistanê hatibûn anîn, ji kampa Cedie ya Mûsilê vegerandine malên wan.

Kerîm Nûrî diyar kir ku di serdema Serokwezîr Mistefa Kazimî de, 50 kampên koçberan hatine girtin û niha li herêma Kurdistanê 26 kamp vekirî ne.

Herwiha berpirsê iraqî da xuyakirin, niha ji 70 hezar kesên li Kampa Holê ya Hesekê 29 hezar ji wan iraqî ne û heta niha piraniya wan zarok û jin 600 malbat bo Iraqê hatine vegerandin.