Hejmara keç û jinên Êzidî yên li kampên Rojavayê Kurdistanê hat eskere kirin
PeyamaKurd - Parlamenterê Kurd ê Êzidî Mehma Xelî ku li Parlamentoya Iraqê ye ragihan, nêzîkî 600 keç û jinên Êzidî li kampa Holê ya li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hene, lê belê hikûmeta Iraqê ji bo vegerandina wan erka xwe bicih nayîne.
Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ji K24ê re gotiye, wan daxwaza pêkanîna komîteyekê kiriye ji bo serdana Sûriyeyê bike û fişarê li HSDê bike, da ku keç û jinên Êzidî yên li kampa Holê ne azad bikin.
Mehma Xelîl wiha axivî: “Nêzîkî 600 keç û jinên Êzidî li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hene, lê hikûmeta Iraqê xemsar e ji vegerandina wan.”
Di Kampa Holê ya di bin kontrola Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de niha li dor 50 kesên ji zêdetirî 60 welatan dimînin ku piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne. Herî dawî 12ê Tebaxê 3 keçikên din ên Êzidî ku di destê DAIŞê bûn û li kampa Holê mabûn hatin rizgarkirin û vegeriyan nav malbatên xwe.
Birêveberê Rizgarkirina Êzidiyên Revandî Hisên Qayîdî daye xuyakirin, heta niha 3581 keç û jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û heta niha 2592 keç û jinên din jî di destê DAIŞê de mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin