Jinên êzidî ji bo ‘DAISiyên kampên Rojava’ giliyê hikûmeta Alman kirin

29 May 2019 20:27 0 dîtin
Jinên êzidî ji bo ‘DAISiyên kampên Rojava’ giliyê hikûmeta Alman kirin

PeyamaKurd - Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Almanyayê ji ber hikumeta Alman hemwelatiyên xwe yên DAIŞî ji HSDê wernagire û dadgeh nake, nerazîbûn nîşanî hikumeta Merkel da.

Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Almanyayê, bi hinceta ku ji bo wergirtin û darizandina DAIŞiyên di destê HSDê de girtîne nakevin nav tevgerê, giliyê Wezîra Edaletê Katarina Barley û Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer kir.

Di gilînameyê de komkujiyên ku DAÎŞê li ser Êzidiyan û bi taybetî jinan kirine hatin bibîrxistin û hat xwestin; herdu rayedarên Alman xala 258an a Destûra Bingehîn a Almanyayê binpê dikin ku li gorî wê xalê astengkirina darizandina sûcdaran sûc e.

Li girtîgeh û kampên li Bakûrê Sûrî, piraniya wan jin û zarok zêdeyî 200 welatiyên Alman ên DAÎŞî hene û Hikumeta Federal a Almanyayê jî timî dibêje, ew nikare nasnameya van terorîstan tespît bike.

Li gor çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê meha Adarê wezîfedarên saziya îstîxbarata derve ya Alman BND serdana girtîgeh û kampên penaberan ên DAÎŞî lê ne kirine û hemwelatiyên Alman tespît kirine.