6 jinên din ên Êzidî ji destê DAISê hatin rizgarkirin

04 June 2023 09:56 0 dîtin
6 jinên din ên Êzidî ji destê DAISê hatin rizgarkirin

PeyamaKurd - Balyoza Niyazpakiyê li Netewên Yekbûyî (NY) Nadiya Murad eşkere kir ku 6 jinên êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

Nadiya Murad li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye; “Piştî çend hefteyan ji kar û şopandin, ez kêfxweş im ku ragihînim ku me karî şeş jinên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bikin.”

Nadiya Mûrad got: “Eger hevahengiya ofîsa rizgarkirina jin û keçên revandî yên êzîdî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûya, ew 6 jinên Êzîdî ji destê DAIŞê rizgar nedibûn.”

Nadiya Murad da zanîn ku şeş jinên êzîdî, dema ku di sala 2014an de hatibûn revandin û li derveyê Iraq û Sûriyê hatin firotin, zarok û ciwan bûn û roja Şemiyê hatine rizgarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di 3yê Tebaxa 2014an de terorîstên DAIŞê êrîşî Şingalê kiribûn û zêdetirî 6 hezar û 500 jin û zarokên êzîdî hatibûn revandin û zêdetirî 350 hezar kes jî koçberî Herêma Kurdistanê bûbûn. Hê jî nêzî 2 hezar û 500 êzidî winda ne.