Duhok | 6 keçên rizgarbûyên ji destê DAISê bi sahî û dîlanê hatin pêswazîkirin

07 June 2023 20:48 0 dîtin
Duhok | 6 keçên rizgarbûyên ji destê DAISê bi sahî û dîlanê hatin pêswazîkirin

PeyamaKurd - 6 keçên Kurdên Êzidî yên çar roj berê hatibûn rizgarkirin, îro 7ê Hezîranê li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê, bi şahî û dîlanê hatin pêşwazîkirin.

3yê Hezîranê Keça Kurd a Êzidî, Damezrînera Rêxistin 'Destpêşxeriya Nadya' û Balyoza Niyetpakî ya Neteweyên Yekbûyî Nadya Murad ragihandibû ku 6 keçên din ên Êzidî hatine rizgarkirin.

Murad gotibû: “Bi hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê 6 keçên din ên Êzidî hatin rizgarkirin, keçên rizgarkirî di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn dîlgirtin, dema ku hîn zarok bûn, ji Iraqê ew biribûn Sûriyê. Sibeha roja şemiyê hatin rizgarkirin, hemû piştevaniyên derûnî û civakî dê ji bo wan werin kirin.”

Li gorî daneyên Ofîsa rizgarkirina revandiyên Êzidî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêxistina terorîst DAIŞê 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandine ku 3 hezar û 548 kes jin in û 2 hezar û 869 kes jî mêr bûn. Heta niha ji vê hejmarê 3 hezar û 568 kes jî hatine rizgarkirin.