Berpirsê DAISê yê destê wî di revandina keçên Ezidî de hebû hat girtin
PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand ku 2 berpirsên pilebilind ên DAIŞê dema dixwestin ji Sûriyê derbasî Iraqê bibin ji aliyê hêzên Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê ve hatine desteserkirin ku yek ji wan destê wî di revandina jinên Kurdên Êzidî de heye.
Hat diyarkirin ku herdu kesên DAIŞî li navçeya Cilbarat a bajarokê Rebî’a piştî ku ji Sûriyê derbasî sînorê Iraqê bûne, ketine kemîneke hevbeş a hêzên Istixbaratên leşkerî ya Firqeya 15 û Fewca Yekem a Lîwaya 71 a Piyade ya artêşa Iraqê û hatine desteserkirin.
Şaneyê da xuyakirin, yek ji wan kesan berpirsê bomberêjkirinê li Be’ac û yê din jî berpirsê Hêza Destwerdanê ya DAIŞê bû û destê wî di revandin û girtina keç û jinên Kurdên Êzidî de hebû.
Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê wiha got: “Yek ji wan desteserkiriyan, berpirsê bombekirin û dabeşkirina hevkariyan bû li Beacê, yê din jî berpirsê hêza destwerdanê ya DAIŞê bû ku berê serpereştiya êrîşa ser binkeya polîsan a Mom li Rebîayê kiribû û di heman demê de di revandina jinên Êzidî de jî beşdar bûye. 4 birayên wî hebûn ku endamên DAIŞê bûn û hemû jî di şerên rizgarkirinê de hatine kuştin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin