Berpirsê DAISê yê destê wî di xwîna Pêsmergeyan de hebû hat desteser kirin

03 April 2020 19:09 0 dîtin
Berpirsê DAISê yê destê wî di xwîna Pêsmergeyan de hebû hat desteser kirin

PeyamaKurd – Berpirsekî DAIŞê yê bi navê Mehmûd Xurşîd ku navê wî yê nav rêxistina terorîst  Ebu Elî ye û destê wî di şehîdkirina zêdetirî 200 Pêşmergeyan de heye hat girtin.

Berpirsê Asayişa Germiyanê, Newşêrwan Ehmed desteserkirina wî berpirsê DAIŞê ragihand û got, ew berpirsê desteserkirî yê DAIŞê dibêje, “Li gel komelek çekdarên din şer li dijî DAIŞê kiriye. Berî niha peywendiya wî ligel El Qaîdê hebûye û bi hatina DAIŞê bûye endamê wê rêxistinê. Di şerên Gulale, Tatran û Qeretepe de, li dijî Pêşmerge şer kiriye.”

Mehmûd Xurşîd piştî têkçûna DAIŞê li herêma Cebare ku di bin kontrola Artêşa Iraqê de ye, bicih bûye, berî mehekê jî bi pasaporteke sexte, hatiye bajarokê Rizgarî li devera Germiyanê û xwe wekî kesekî kor daye nasîn.

Asayişa Germiyanê ew terorîstê DAIŞê desteser kiriye û di yekem îfadeya xwe de gotiye, “Di nav refên El Qaîdê de yekem car min li dijî hêzên Amerîkî şer kir. Sala 2008 El Qaîde nema. Piştî ku DAIŞ hat, min peywendî ligel wan danî û li navçeyên Keşkewl, Cumeyle û Bahizeyê, heta destpêkirina êrişên Hevpeymanan min pêdawîstiyên lojîstîkî digihand çekdarên DAIŞê.”

Mehmûd Xurşîdê 52 salî ye û xelkê gundê erebnişîn ê Tatran yê Qeretepê ye. Di sê mehên dawî de 11mîn berpirsê DAIŞê ye ku ji aliyê asayişa Germiyanê ve hatine desteserkirin ku 3 ji wan berpirsên DAIŞê yên hatine destesekirin di pileya Emîr de ne.