Heft keçên Êzidî yên ji destê DAISê rizgar bûne daxwaza alîkariyê kirin

14 September 2020 09:36 0 dîtin
Heft keçên Êzidî yên ji destê DAISê rizgar bûne daxwaza alîkariyê kirin

PeyamaKurd – Heft keçên Êzidî ku ji deste DAIŞê rizgar bûne, daxwaza alîkariyê ji Parlamentoya Kurdistanê kirin û li gel Serokê Parlamentoya Kurdistanê civiyan.

Heft keçên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, bi nûnertiya keçên rizgarkirî û bendkirî, serdana Parlamentoya Kurdistanê kirin û di rûniştineke girtî de li gel Seroka Parlamentoya Kurdistanê, behsa êşên xwe kirin û daxwaz kirin ku ji bo rahênana wan û têkilkirina wan ya li gel civakê û baştirkirina rewşa derûniya wan û dabînkirina cîhek ji bo hewandina wan, karên pêwîst bêne kirin.

Di van çend salên derbasbûyî de, bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşek ji keçên revandî yên destê DAIŞê hatin rizgarkirin, lê belê heta niha bi sedan keçên Êzidî li bajarên Sûriye û Tirkiye di destê DAIŞê de mane û nehatine rizgarkirin. Hewlên azadkirina wan ya dûbare vegerandina Kurdistanê û paşê vegerandina wan ya li nava malbat û civakê her berdewam e.