Li Duhokê bo keçên Êzidî yên ji destê DAISê rizgar bûne projeya çandina gula ava bû

05 August 2020 13:30 0 dîtin
Li Duhokê bo keçên Êzidî yên ji destê DAISê rizgar bûne projeya çandina gula ava bû

PeyamaKurd - Bi hevkariya parêzgeha Duhokê, li wargeha Êsyan Rêxistina AVACI ya Îtalî, bi hemahengî li gel rêxistina VOP, mezintirîn projeya çandina gulan ji bo keç û jinên ji destê DAIŞê rizgar bûne ava kiriye.

Li gor Dr. Hedar Feyzî pêşengê projeya wargeha Êsyan ya koçberan diyar kir, ‘‘Ev proje ji heşt xaniyên plastîkî û li ser rûberekî mezin yê erdê hatiye avakirin û zêdetirî 200 cûreyên gulan hatine çandin. Herwiha heta niha hejmara wan gulan gihiştiye 1.500 gulan û hemû di cihekî taybet de, di nava wan xaniyan da hatine çandin.’’

Hedar Feyzî destnîşan kir, ‘‘ Ev gulana ji aliyê 80 keç û jinên Êzidiyan ve, - yên ji destê DAIŞê rizgarbûyin - ve tên berhemanîn û ji bo bazarê tê şandin. Dahata wan jî bo wan kesên ji destê DAIŞê rizgarbûyin û yên bûne qurbanî têne şandin.