Araz Celal: 800 keç û jinên Êzidî di girtîgeheke HTSê de ne
PeyamaKurd - Nûnerê Rêxistina Geşepêdana Mafên Mirovan a Sûriyeyê Araz Celal ku Kurdekî Rojavayê Kurdistanê ye, ragihand ku girtîgeheke Heyet Tehrîr Şam-HTŞ (Cebhet el Nusra ya berê) heye ku niha jî maye û nêzîkî 800 keç û jinên Êzidî tê de ne.
Nûnerê Rêxistina Geşepêdana Mafên Mirovan Araz Celal ku Kurdê Rojavayê Kurdistanê ye û zêdeyî 15 salan e şopandinê li bêserûşûnên Sûriyeyê dike, ji Rûdawê re ragihandiye, “Piştî nemana desthilata DAIŞê li Îraqê, DAIŞê Pêşmergeyên dîl ku nêzîkî 60 Pêşmergeyan bûn, bi xwe re birin Sûriyeyê li Dêrezor û Bukemalê.
Di dema êrişa hikûmeta Sûriyeyê de li ser DAIŞê li deverên Dêrezor û Bokemalê, agahiyên me hebûn ku ji sedî 100 ew Pêşmerge sax in, lewra yan di zindanên hikûmeta Sûriyeyê de li Şam û Humsê bûn an jî DAIŞê ew dabûn hêzên Cebhet el Nusrayê.
Lê DAIŞê bi xwe nedixwest wan bikuje, çimkî pêdiviya DAIŞê pir bi wan hebû ku bi dîlên xwe yên di destê hikûmeta herêmê de pevbiguherin.”
Celal got: “Zindaneke Cebhet el Nusrayê heye û niha jî maye û zanyariyên me hene ku 800 keç û jinên Êzidî ku berê ketibûn destê DAIŞê, vêga di girtîgeha Cebhet el Nusrayê de ne. Ji bilî wan, dibe ku Pêşmergeyên bêserûşûn jî di heman zindanê de bin.”
Araz Celal hejmara girtiyên ku li Sûriyê hatin azadkirin eşkere kir û ragihand: "Li gorî agahiyên me, nêzî 60 hezar girtî ji girtîgehên Sûriyeyê hatin azadkirin lê hîn jî girtiyên din jî mane û bi sedan girtiyên din hê jî nehatine azadkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin