Hikûmeta Iraqê nêzî 2 milyon Dînar alîkarî dide 1900 jinên Êzidî
PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê, hevkariyeke darayî ya nêzî 2 milyon Dînaran, dide 1900 jinên Êzîdî ên ji destê DAIŞê rizgar bûne.
Li gor Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Ebas Cihangîr diyar kir, ji ber ku gelek rizgarbûyên destê DAIŞê berê xwe didin derveyî welat, hevkariya darayî ji koma 3500 jinên rizgarbûyî, tenê ji bo 1900 rizgarbûyan dibe ku 2 milyon Dînar e.
Cîhangîr da zanîn: “Yên xaniyên wan hilweşiyane û lêçûna wan kêmtirî 30 mîlyonî ye, alîkarî ji wan re tê kirin, lê ji yên pareyên wan ji wê zêdetir in, daxwazên wan ji Encûmena Wezîran re tên bilindkirin.”
Di dema êrîşa DAIŞê li ser Şengalê di sala 2014an de, hijmareke mezin ji jin û zarokên Êzîdî, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin. Piştî jinavbirina DAIŞê, li piraniya deverên Iraq û Sûriyê, hejmarek ji jin û keçên Êzîdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin, ji ber vê yekê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nivîsgeha Rizgarkirina Êzîdiyan vekir û hîn jî hewl dide ku Êzidiyên mane rizgar bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin