Hikûmeta Kurdistanê 557 milyon dînar ji bo xizmetan pêskesî saredariya Helebceyê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi armanca bicihkirina projeyên xizmetguzariyê yên li bajar 557 milyon û 480 hezar dînar pere ji bo serokatiya şaredariya Helebceyê terxan kir.
Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî bi amadebûna rêveberên giştî yên dîwan, plan û dûvçûnê li Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê, ligel Serokê Şaredariya Helebce Selam Bîlal Îskender civîyan û behsa hejmarek projeyên xizmetguzariyê yên ji bo bajarê Helebceyê kirin ku ew proje di çarçoveya sozên Serokwezîr Mesrûr Barzanî de bûn.
Mesrûr Barzanî, di dema serdana xwe ya bajarê Helebce de biryara hejmarek projeyan li Helebce dabû ku werin bicihkirin.
Sasan Ewnî ji Serokê Şaredariya Helebce re ragihand, ew pere li ser fermana cenabê Mesrûr Barzanî ji aliyê ofîsa Serokwezîr ve ji bo Serokatiya Şaredariya Helebce hatiye veqetandin, ji bo bicîkirina projeyên xizmetguzariyê û ew pere bi awayekî rasterast radestî Serokê Şaredariya Helebce hate kirin.
Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê, serokê şaredariya Helebce spart ku di demeke kurt de dest bi pêkanîna projeyê bikin û herwiha behsa bicihkirina çend projeyên din ên di çarçoveya sozên Serokwezîr ên ji bo bajarê Helebce de jî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin