Hikûmeta Kurdistanê 262 milyon dînar ji bo tedawiya qurbaniyên kîmyabarana Helebcê xerc kir

02 October 2022 15:24 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê 262 milyon dînar ji bo tedawiya qurbaniyên kîmyabarana Helebcê xerc kir

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo tedawiya qurbaniyên çeka kîmyewî yên dema rejîma Sedam Huseyîn  262 milyon dînar xerc kir.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di çarçoveya giringîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo qurbaniyên kîmyabaranê de, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî 262 milyon Dînar hat xerckirin ji bo çareseriyên bijîşkî û neştergerî ji bo berketiyên çekê kîmyayî re bêne kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku xerckirina van pereyan, ji budceya Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Helebcê û bi hevahengiya navbera Wezareta Tenduristî û Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan pêk hatiye.