Hikûmeta Kurdistanê ji bo nûjenkirina kolanên Silêmaniyê 300 milyon dînar sand

10 April 2022 16:43 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê ji bo nûjenkirina kolanên Silêmaniyê 300 milyon dînar sand

PeyamaKurd - Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 10ê Nîsanê ragihand ku ji bo nûjenkirina kolanên çend taxên bajarê Silêmaniyê nêzîkî 300 milyon dînar li ser plana sala 2022an hatiye dayîn.

Di daxuyaniya Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê de hat diyarkirin, rizemendî li ser xerckirina (299.997.500) Dînar hat dayîn, ji bo nûjenkirina hin kolanên têkçûyî yên çend taxên bajarê Silêmaniyê.

Herwiha hat gotin, dê bandora wê planê li ser bilindkirina asta xizmetguzariyên wan taxên Silêmaniyê hebe û asankariyê ji bo çûnûhatina welatî û ajokeran bike.