Hikûmeta Kurdistanê bi qasî 1 milyar dînar ji bo Silêmaniyê xerc dike
PeyamaKurd - Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku hikûmeta Kurdistanê ji bo projeyên xizmeta bajarê Silêmaniyê 970 milyon dînaran xerc dike.
Di daxuyaniya Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê de hate eşkere kirin, wan rizamendî daye ku zêdetirî 970 milyon dînar ji bo bicihkirina çend projeyên xizmetguzariya avê û geştiyariyê li Silêmaniyê were xerckirin.
Wezaretê diyar kiriye, bi rêjeya %15 ji dahata sektora geştiyariyê ya Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Silêmaniyê û bi nirxê 214 milyon û 143 hezar dînaran, projeya avakirina sêtên tuwalet û nimêjgehê li parka Hawarî Şar hatiye destpêkirin.
Di dewamê de hat gotin, bi rêjeya %17 dahata avê ya Rêveberiya Ava Silêmaniyê ji bo xerckirina 308 milyon û 277 hezar û 661 dînaran rizamendî hatiye nîşandin ku dê projeya kişandina boriyan li kolana Botan/54 ji bo paqijkirina qirêjiya avê bê bicihkirin.
Hate diyarkirin, biryar hatiye dayîn 107 milyon û 310 hezar û 630 dînar ji bo bicihkirina projeya kişandina boriyan li cadeya Aştî û çend cadeyên din ên taxa Aştî bê xerckirin.
Wezaretê dewamê de ragihand, bi rêjeya %17 ji dahata avê ya Rêveberiya Avê ya Silêmaniyê, rizamendî ji bo xerckirina 341 milyon û 180 hezar û 310 dînaran hatiye nîşandan, ji bo bicihkirina projeya kişandina boriyên avê ya taxa Şarewanî/407 li Silêmaniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin