Iraq | Hikûmeta Sûdanî wê 400 milyar dînaran bisîne Kurdistanê!

14 December 2022 11:07 0 dîtin
Iraq | Hikûmeta Sûdanî wê 400 milyar dînaran bisîne Kurdistanê!

PeyamaKurd Di civîna Encumena Wezîran a Iraqê ku ji aliyê serokatiya Sûdanî ve hat lidarxistin de, rêkeftina hemahengiya deryayî ya di navbera Iraq û Erebistana Siûdî de hat pesendkirin. Di civînê de hat gotin, wê 400 milyar dînarê Herêma Kurdistanê jê re bê şandin.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Iraqê îro bi serpereştiya Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şîa Sûdanî civîna xwe ya asayî ya heftane li dar xist.

Di civînê de biryar hat dayîn, ji bûdceya sala 2023an pere ji bo pêşxistin û berhemanîna parzûngeha Dîvaniye were dabînkirin û hat destnîşankirin, ji bo temamkirina mûçeyên îsal 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistana Iraqê re bê şandin.

Di civînê de hat gotin, rêkeftina hemahengiya deryayî ya di navbera Iraq û Erebistana Siûdî de jî hatiye pesendkirin û pêşxistin û berhemanîna parzûngeha Dîvaniye wê ji bo 2 hezar û 500 kesan kar bike.