Parlamenterê Iraqê: Divê hikûmeta Sûdanî giliyê Tirkiyê li NY bike!

26 February 2023 17:40 0 dîtin
Parlamenterê Iraqê: Divê hikûmeta Sûdanî giliyê Tirkiyê li NY bike!

PeyamaKurd - Parlamenterê Iraqê yê ji bloka Sadîqûn û Endamê Lijneya Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Parlamentoya Iraqê Refîq Haşim Salihî, ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku ji ber qutkirina ava çeman bi ser Iraqê de giliyê wê li Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bike.

Refîd Haşim Salihî ji medya Iraqê re daye xuyakirin, divê hikumet li ser dosyeya avê, giliyê Tirkiyeyê li NY bike, ji ber ku Tirkiye para Iraqê ya avê biriye û ev yek jî berevajî yasaya navneteweyî ye.

Parlamenterê Iraqî diyar kir ku Tirkiye di rêjeyek kêm de avê ji bo Iraqê berdide, ev yek jî bûye sedema qirêjiya jîngehê, tunebûna ewlehiya xurekê, koçberbûna welatiyan û tunebûna ajalan.

Herwiha Salihî gotiye, Tirkiye bi karanîna hêza leşkerî û avê li dijî Iraqê şer dike, avê dibire û gelê Iraqê tîn dike, ev jî dibe sedema karesat û hişkesaliya li Iraqê.

Hêjayî gotinê ye, Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Xalid Şimal jî ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihandiye ku di dabînkirina çavkaniyên avê de xeteriyeke cidî li ser Iraqê heye û Tirkiye û Îran ji sedî 70 para Iraqê ya avê naşînin.