Kabîneya Kurdistanê civiya: Divê hikûmeta Iraqê bi erkê xwe rabe!

10 January 2024 21:16 0 dîtin
Kabîneya Kurdistanê civiya: Divê hikûmeta Iraqê bi erkê xwe rabe!

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 10ê Çileyê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya asayî pêk anî.

Hate ragihandin ku di beşa yekem a civînê de, encamên serdana vê heftiyê ya şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, ji aliyê Wezîrê Aborî û Darayî Awat Şêx Cenab û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm ve hatin pêşkêşkirin, ku taybet bû bi guftûgokirina li ser mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, sererastkirina yasaya bûdçeya federal, destpêkirina hinardekirina petrolê, lêçûnên berhemanîn û veguhestina petrolê û pêşkêşkirina proje û pêşniyarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo hikûmeta federal hat kirin.

Encûmena Wezîran destxweşî li şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber hewlên wan yên ji bo bidestxistina maf û şayesteyên Herêma Kurdistanê û gihandina zanyariyên pêwîst û vekirina dosyeyên saziyên Herêmê bo komîteyên hevbeş ên Desteya Çavdêriyê di warê mîlaka wezîfî, neft û dahatên xerciyên neftî û neneftî de.

Di heman demê de Encûmena Wezîran xweşhaliya xwe nîşan da, li hember têgihiştinên vê dawiyê yên Hikûmeta Federalî û pêşketina ji bo serrastkirina yasaya bûdçeya federalî û rakirina sînordarkirinên yasayî yên ku rê nade xerckirina pişka bûdçe û mûçeyên Herêma Kurdistanê, bi taybet jî mûçeyan ku mafê darayî yê karmendan e divê tevlî pirsgirêk û babetên din neyê kirin.

Li ser paşxistina mûçeyan Encûmena Wezîran tekezî li ser helwesta xwe kir ku divê hikûmeta federal bi erkê xwe yê şandina mûçeyan rabe û em çaverê dikin ku hikûmeta federal weke navçeyên din ên Iraqê, mûçeyên Herêma Kurdistanê di vê mehê de bide. Di vî warî de em pêşwaziyê li hewlên hevbeş ên her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dikin ku bigihin rêkeftineke berfireh ji bo çareserkirina bingehîn a pirsgirêka mûçeyan û bercestekirina vê rêkeftinê di nav sererastkirina yasaya bûdçeya federal de. Tiştê ku li ser erkê Herêma Kurdistanê bû, hat cîbicîkirin û ji bo vê mebestê jî emê li ser hevahengî û hevkariyê berdewam bin.

Di xala duyem de, guftûgo derbarê rêkarên wezaretên pêwendîdar yên taybet bi cîbicîkirina biryara Encûmena Wezîran a derbarê diyarkirina qedexeyên rêyên giştî ji bo rakirina zêdegaviyên li ser rê, cade û cihên giştî ji aliyê wezîrên pêwendîdar ve, hatin kirin.

Serokwezîr Barzanî di civînê de, ji bilî raspardina wezaretên peywendîdar ji bo parastina rê, cade û cihên giştî wek milkê giştî ji her zêdegaviyên ku ziyanê digihîne berjewendiya giştî ya welatiyan li gorî rêkar û mekanîzmayên ku di yasaya parastina rêyên giştî de hene, daxwaz kir ku di çarçoveya yasayê de serederî bi van zêdegaviyan re were kirin. Di vê derbarê de Encûmen Wezîran dezgehên pêwendîdar raspardin ku milkên giştî û rê û kolanan ji her zêdegaviyan biparêzin ku li dijî berjewendiyên giştî yên welatiyan bin.