Mesrûr Barzanî bi Yekîtiya Jinên Kurdistanê re civiya: Divê besdariya jinan a di siyasetê de xurttir be
PeyamaKurd – Serokê Hikûmetê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi Sekreter û Endamên Sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê re civiya.
Di civîna ku îro 25ê Hezîranê pêk hat de, Mesrûr Barzanî, bal kişand ser rola girîng ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ku di qonaxên cuda de beşdariyeke wê ya berçav û bi bandor di tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de hebû.
Mesrûr Barzanî diyar kir, divê Yekîtiya Jinên Kurdistanê têkoşîna xwe ya rêxistinî ya ji bo parastina mafên jinên Kurdistanê, pêşxistina hizra niştimanî û karkirina ji bo rakirina tundiya civakî bidomîne.
Barzanî da zanîn, divê jinên Kurdistanî di warê siyasî û rêxistinî de jî rola xwe bilîzin, ji bo jinan han bidin ku beşdariyeke wan bandortir di warê siyasî û birêvebirinê de hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin