Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê xwedî roleke pêseng e
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, ji bo salvegera 70emîn a damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Bi boneya 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li Sekreter, Nivîsgeha Sekreteriyê, Encûmena Bilind û hemû endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê di têkoşîna wan a rêxistinî de ji bo parastina mafên jinan dixwazim.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê di qonaxên cuda yên têkoşîna rizgarîxwaziya gelê Kurd de, bi taybetî di warê parastina mafên rewa yên jinên Kurd, azadî û wekheviyê de, xwedî dîrokeke serwer e û roleke wê ya diyar û pêşeng di pêgehandina gelek pêşengên jin de hebûye.”
Cîgirê Serokê PDKê herwiha got: “Bi vê boneyê, em têkoşîna bêwestan a Yekîtiya Jinên Kurdistanê bilind dinirxînin û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîn, xebat û çalakiyên wan û parastina mafên jinan dubare dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin