Mesrûr Barzanî besdarî 9. Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê bû
PeyamaKurd – Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Yeketî Afretani Kurdistan) ku weke saziya jinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatiye damezrandin, îro bi beşdariya Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî 9emîn kongreya xwe saz dike.
9. Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi amadebûna Mesrûr Barzanî, wezîr û endamên yekîtiyê li hola Şehîd Seîd Ebdullah a bajarê Hewlêrê birêve diçe.
Kongreya ku bi şîara "Hêz û jêhatiya jinê bingeha aştî û pêşketina aborî ye" tê lidarxistin, wê 2 rojan dewam bike.
Di kongreya ku wê rêziknameya navxwe ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê bê amadekirin, komîteyek nû ku ji 7 endaman û 3 cîgir pêk tê ji bo sekreteriya yekîtiyê were hilbijartin.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê ku di 11ê Kanûna 1952an de li Silêmaniyê bi dizî li mala Mîrza Gafûr hate damezrandin, weke pêkhateya jinan a PDKê, kongreya xwe ya yekemîn di sala 1963an de li dar xist.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê ji destpêka damezrandina xwe ve, parastina maf û berjewendiyên jinên Kurd di civakê de kiriye armanc.
Yekîtî bi awayekî aktîf beşdarî tekoşîna netewî ya Kurdistanê dibe û ji bo gelê Kurd bi destxistina mafên xwe yên demokratîk têdikoşe.
Yekîtiyê di konferansa “Şehîd Leyla Kasım” a ku di 20-22 Sibat 1992yan pêk hat de, Şîrîn Amedî wek sekreter hilbijart.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin