"Avakirina sîstemeke bankî ya bihêz, armanca sereke ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye"

21 October 2023 13:42 0 dîtin
"Avakirina sîstemeke bankî ya bihêz, armanca sereke ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye"

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere dike, avakirina sîstemeke bankî ya bihêz, armanca sereke ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Pêwîstiya bankeyên taybet jî bi çi hebe, ji wan re peyda dikin.

Li gor zanyariyan, bi amadebûna Serokwezîr Barzanî, îro 21ê Cotmehê konferansa salane ya Banka Iraqî li Herêma Kurdistana tê kirin. Serokê Banka Navendî Elî El-Allaq û hejmarek berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal beşdarî konferansê dibin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di konferansê de pêşkêş kir û tê de diyar kir, ev konferans ji bo gotûbêjkirina sîstema bankî û geşepêdana xizmetguzariyên bankî yên bankên sektora taybet gelekî giring e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ji bo rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê, çaksazîkirin, pêşxistin û aktîvkirina sektora bankî pêwîstiyeke bilez e, ji bo bidestxistina geşepêdana aborî.

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Çêkirina sîstemeke bankî ya bihêz, bibandor û çalak, armanceke girîng a Kabîneya Nehemîn bûye, ji ber wê jî emê kar li ser çaksaziya sîstema bankî bikin û jêrxaneke nûjen û bihêz ji bo aboriya Herêma xwe ava bikin.”

Serokwezîr derbarê plana hikûmetê ya derbarê çaksaziya di sektora taybet de got, di heyama 2 salên bê de, xanenişînên Herêma Kurdistanê dikarin di rojeke diyarkirî de, mûçeyên xwe ji hesabên xwe yên bankî werbigirin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Kesên qerzên biçûk dixwazin jî, dê pêvajoyek hêsantir bê kirin. Welatiyên li hundir û derveyî welat ên ku dixwazin ji xizm û malbatên xwe re pereyan bişînin, dikarin ji vê sîstemê sûdê werbigirin.

Herwiha da zanîn: “Heta dawiya îsal bi hezaran karmendên sektora giştî dê di çarçoveya projeya Hejmara Min de bên tomarkirin û ji bo wergirtina mûçeyê xwe jî, dê hesabên bankî li bankên taybet ji wan re bên vekirin.”

Serokwezîr Mesrûr eşkere kir: “Em pabend in ku heta dawiya sala bê, milyonek karmend hesabên wan ên bankî hebin û em vê bernameyê bileztir dikin û got: “Em bang li bankayan jî dikin ku şaxên xwe li seranserê Kurdistanê zêde bikin. Herwiha em kar dikin ku makîneyên peredana elektronîkî li piraniya bazarên Kurdistanê peyda bibin.”

Serokwezîr diyar kir: “Em ê her alîkariyên pêwîst pêşkêşî bankên taybet bikin, da ku karûbarên wan baştir û bileztir bikin” û got, Heta niha me di projeya Hejmara Min de, 5 bankên sektora taybet hilbijartine. Bi hêvî ne di paşerojê de bankên din jî bibin beşek ji vê projeyê.”

Serokwezîr diyar kir: “Welatî dê di demek nêzîk de, hest bi guhertinên bilez bikin; wek mînak, ji bo kirîna xwarin û sotemeniyê dikirin ku bi hêsanî kartên krediyê û karûbarên xwe bikar bînin. Xwediyên kar jî jî dikarin ji derfetên e-bazirganiyê sûd werbigirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serokê Banka Navendî ya Iraqê Elî Allaq û tîma wî û Serokwezîrê Federal Mihemed Şiya Sûdanî kir, ku di warên çaksaziya bankî û birêvebirina xezîneyê de hevahengî û alîkarî kirine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de destnîşan kir, di civak û welatên pêşketî de hebûna sîstemeke bankî ya pêşketî û çalak, yek ji pêwîstiyên bingehîn ên jiyana rojane ya mirovan e. Di heman demê de, sîstemeke bankî ya nûjen û bihêz, alîkareke bihêz e ji bo geşepêdana aborî û xizmetên darayî ji karsaz û sermayedaran re peyda dike.

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ji ber nearamiya siyasî ya van salên dawî, Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi proseyeke berfireh a avadankirinê û avakirina jêrxana aborî di hemû waran de heye. Ji bo vê mebestê jî hebûna sîstemeke bankî ya çalak û pêşkeftî, faktoreke sereke ye ku em bikarin proseya çaksazî û geşbûnê bidomînin.”