Wezîrê Pêsmerge: Armanca me avakirina Artêsa Nistimanî ya Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl, bi şandeke bilind a Fransayê re civiya û got, armanca wan avakirina Artêşa Niştimanî ya Kurdistanê ye. Konsulê Fransayê jî destnîşan kir, ew hêvî dikin ku Wezareta Pêşmerge îsal qonaxeke gelek baş di proseya çaksaziyê de bidest bixe.
Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl îro 27ê Çile pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Yann Braem û şandeke leşkerî û dîplomatîk ya pê re kir.

Hate ragihandin ku Wezîrê Pêşmerge bi şanda Fransî re, behsa rewşa ewlehî û siyasî ya herêmê, Iraq û Herêma Kurdistanê û pirsa çaksaziyê û avakirina her du navçeyên serkirdayetiya leşkerî û herwiha damezirandina 6 firqeyên piyade, ji bilî hewla avakirina firqeyên zêdetir bi serpereştiya Wezareta Pêşmerge kir.
Îsmaîl got, “Armanca Wezareta Pêşmerge avakirina artêşeke niştimanî ya Kurdistanê ye, ji bo wê yekê wan hemû hewlên xwe dane û li ser proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de berdewam dikin.”
Konsulê Giştî yê Fransayê peyama piştevaniya gel û hikûmeta Fransayê bo Wezareta Pêşmerge tekez kir û da zanîn: “Em hêvî dikin ku Wezareta Pêşmerge îsal qonaxeke gelek baş di proseya çaksaziyê de bidest bixe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin