Wezîrê Pêsmerge: “Armanca me avakirina artêsekî xwurt ya netewî ye”
PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û serokê buroya Yekîtiya Awrûpayê yê Erbîlê Dr. Torkild Byg li payîtexta Kurdistanê li Erbîlê civiyan û li ser yekkirina hêzên Pêşmerge û avakirina artêşekî netewî axifîn.
Li gor ragihandina wezareta Pêşmerge; wezîrê Pêşmerge Şoreş, pesnê welatên Yekîtiya Awrûpayê daye û ji bo desteka wan ya Kurdistanê sipasiya wan kiriye. Şoreş Îsmaîl diaxaftina xwe de got:
“Di rabirdûyê de di felaket û trajediyên ku hatin serê xelkê me de, welatên YAyê destekê dane me. Niha jî em gelek razîne ku ji çar terefên dinyayê û Yekîtiya Awrûpayê ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge û di pêvajoya gihandina hev ya hêzên Pêşmerge de destek û alîkariyê dane me. Armanca xebata me yekkirina hêzên Pêşmergeye û avakirina artêşa netewî ya xwurt e.”
Di hevdîtinê de serokê buroya YA yê Erbîlê Dr. Torkild Byg behsa yekkirina hêzên Pêşmerge û di reformên wezaretê de pesnê xebata terefan bilind nirxand û got:
“Em wekî Yekîtiya Awrûpayê di vê mijara girîng û nîşanker de em ê destekê bidin we. Em bi hêvîne ku Herêma Kurdistanê bibe ciyê aştiyê û îstîqrarê.”
Sal û nîvekiye ku wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl tevlî xebatên hukumeta Herêma Kurdistanê nedibû û di 27ê Mijdarê de dageriyabû ser karê xwe yê wezîrtiyê.
Şoreş Îsmaîl ragihand ku ji bo parastina hêzên Pêşmerge û berjewendiyên Kurdistanê paş de dageriyaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin