Wezîrê Pêsmerge: Divê mûçeyên Pêsmerge wek hêzên Iraqê bê zêdekirin
PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl ragihand ku bilindkirina pileyên hêzên Pêşmerge li gorî yasayên Iraqê ye û divê mûçeyên wan jî wek yên hêzên Iraqê bê zêdekirin.
Wezîrê Pêşmerge, îro 30yê Îlonê serdana hêzên Pêşmerge yên li navçeya Koleco û navçeyên Germiyanê kir ku demek berê hêzên Heşda Şebî hewl dabûn têkevin kêlgehên petrolê li wê herêmê.
Şoreş Îsmaîl, di serdana xwe de civîneke rojnamevanî li dar xist û got, “Divê mûçeyê hêzên Pêşmerge ku beşek ji sîstema berevaniya Iraqê ne weke hêzên artêşa Iraqê bê zêde kirin. Divê Wezareta Berevaniya Iraqê alîkariyên darayî û leşkerî ji hêzên Pêşmerge re bişîne.”
Li ser yekxistina hêzên Pêşmerge jî Îsmaîl diyar kir, gavên yekxistina hêzên 70 û 80ê bi başî têne meşandin û hezên aliyên siyasî jî dikevin nava refên Wezareta Pêşmerge.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin