Nêçîrvan Barzanî: Divê Pêsmerge hêzeke yekgirtî û neteweyî be

04 February 2025 15:42 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Divê Pêsmerge hêzeke yekgirtî û neteweyî be

PeyamaKurd – Di merasîma lîwayên Piyade ku di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hatine perwerdekirin û dest bi erka xwe kirine, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bang li YNK û PDKyê kir û got, “Divê Pêşmerge bibe hêzeke yekgirtî û neteweyî û tenê parastina Kurdistanê bike.”

Di pêvajoya reformên ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê gaveke krîtîk hat avêtin. 

Lîwayên Piyade yên 3. û 4. bi merasîmekê dest bi karên xwe kirin.

Di merasîmê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Kevin Leahy û gelek berpirsên payebilind amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de diyar kir ku yekkirina hêzên Pêşmerge armanca wan a sereke ye û got,

“Îro li vir bi desbikarkirina Lîwayên Piyade yên 3. û 4. yên Wezareta Pêşmerge em serkeftineke mezin dibînin. Ev ne tenê biryareke îdarî ye, ew ji encama qurbanîdana bi dehan salan a Pêşmerge gelê Kurdistanê ye.”

 

Wî bal kişand ser wê yekê ku hêzên Pêşmerge ne tenê yekîneyeke leşkerî ye, di heman demê de sembola qehremanî û qurbanîdanê ne û got,

“Pêşmerge navê hêzeke ku ne tenê Kurdistanê, lê tevahiya herêmê ji gefan diparêze. Cîhanê jî ev yek dît dema li dijî DAIŞê şer kirin.”

Her wiha di merasîmê de tekezî li ser piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo reform û yekkirina hêzên Pêşmerge hat kirin. General Kevin Leahy got,

“Pêşmerge ne tenê hêzeke leşkerî ye, garantorê aştî û aramiya herêmê ye. Em ê piştgiriya vê pêvajoya reforman bikin.”

Barzanî jî spasiya vê piştevaniyê kir û got:

“Em spasiya dostên xwe bi taybet Amerîka, Brîtanya, Almanya, Fransa, Holanda û welatên din ên hevpeymaniyê dikin ku ji bo veguhertina Pêşmerge bo artêşeke nûjen û profesyonel piştevaniya me dikin.” 

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de tekezî li ser wê yekê jî kir ku divê hêzên Pêşmerge ji destwerdanên siyasî dûr bin û got,

“Yekkirina Pêşmerge ne tenê pirseke teknîkî ye, pirseke neteweyî ye. Ez bang li Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dikim. Ji bo biserxistina vê pêvajoyê divê hêzên yekgirtî yên Kurdistanê hebih û tenê erka wê parastina Kurdistanê be.”