Nêçîrvan Barzanî: Ji bo yekrêziya Pêsmerge divê gavên bilez û cidî bên avêtin
PeyamaKurd – Serok Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku navê Pêşmerge pîroz e û tekezî li ser wê yekê kir ku divê gavên bilez û cidî ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge bên avêtin.
Di merasima ku li Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin de, Serok Nêçîrvan Barzanî rêzên 5 fermandarên pilebilind ên Pêşmerge pêşkêş kir.
Ji bo erkên nû yên fermandeyan pîrozbahî li fermandeyan kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest, Barzanî bal kişand ser serkeftina proseya çaksaziyê di nava Wezareta Pêşmerge û giringiya yekxistina hêzên Pêşmerge.
Nêçîrvan Barzanî got, "Pêşmerge navekî pîroz e" û diyar kir ku divê berî her tiştî Pêşmerge dilsozê ax, welat û neteweyê be.
Barzanî balkişand li ser wê yekê ku divê gavên bilez û cidî ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge bên avêtin, Barzanî piştevaniya hemû pêkhateyan ji bo wê proseyê nîşan da.
Fermandeyên Pêşmerge spasiyên xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kirin û soza dilsozî û xizmetkirina ji bo xaka Kurdistanê dubare kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin