Wezîrê Pêsmerge: Divê hemû alî ders û pendan ji dîrokê werbigrin

18 December 2020 11:00 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge: Divê hemû alî ders û pendan ji dîrokê werbigrin

PeyamaKurd – Li ser êrîşên PKKêyên ser Pêşmerge û Herêma Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bersiva pirsên rojnamevanan da û got: "Hem xizmeta wan, hem jî xizmeta îro û siberoja Kurdistanê nake."

Li gor Wezîrê Pêşmerge diyar kir: "Divê hemû alî ders û pendan ji dîrokê werbigrin. Divê PKK bizane ku ev êrîş hem xizmeta wan, hem jî xizmeta îro û siberoja Kurdistanê nake"

Divê em bînfireh bin û hewl bidin kêşeyan bi şêweyeke din çareser bikin.

Herwiha Wezîrê Pêşmerge destnîşan kir, Hêzên Hevpeyman ên Navneteweyî derheqê êrîşên PKKê de agahdar kirine.

<>