Cotyar Adil: Divê wezîrên berê hemû mal û milkên bexsandî radestî hikûmetê bikin
PeyamaKurd - Hikumeta Herêma Kurdistanê bi daxuyanîyekê daxwaz ji wezîrên kabîneya berê kir ku tevaya mulk û malên hikumetê radest bikin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, li ser gotinên Wezîrê berê yê Çandiniyê Ebdulsitar Mecîd ku di medya Kurdistanê de behsa bexşîn û dîyarîyan bo wezîran kiribû, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Berdevkiya Hikûmeta Kurdistanê de hat gotin, "Em ji hikumeta Herêma Kurdistanê radigihînîn ku ti tiştek bi navê dîyarî nebûye û nîne, tenê bexşîn hebûye."
Di berdewamê de jî tê destnîşankirin, "Di demeke de ku hikumeta Herêma Kurdistanê pêdaçûnê bi tevaya bexşînan dike, daxwaz ji hemû wezîrên birêz ji kabîneya berê jî dike, mulk û malê hikumetê ji otomobîl, xanî û her keristeyeke din ku di stûya wan de maye vegerînin."
Daxuyanîyek ji hikumeta Herêma Kurdistanê:
Derbarê axivtinên rêzdar Ebdulsitar Mecîd, wezîrê berê yê çandinê ku di hinek dezgehên ragehandinê de behsa bexşîn û dîyarîyan bo wezîran kirîye, em di hikumeta Herêma Kurdistanê de radigihînîn ku ti tiştek bi navê dîyarî nebûye û nîne, tenê bexşîn hebûye. Hikumeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku pêdaçûnê bi tevaya bexşînan dike, daxwaz ji hemû wezîrên birêz ji kabîneya berê jî dike, mulk û malên hikumetê ji otomobîl xanî û her keristeyek din ku heya niha di stûya wan de maye vegerînin.
Cotîyar Adil
Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin