Cotyar Adil: Em hewl didin hemû koçberên bûne qurbanê qaçaxçîyan vegerînin
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil îro Pêncşemê di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Em pêşwazî li koçberên ku vedigerin, dikin. Ew koçber bûbûn qurbaniyên destê bazirganên mirov û qaçaxçiyan, em hewl didin hemû koçberên ku dixwazin vegerînin.”
Cotyar Adil da zanî, hemahengiyeke baş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Iraqê de heye.
Adil herwiha destnîşan kir ku armanca lekedarkirina navê Herêma Kurdistanê pêk nehat û hemû rastî ji bo raya giştî ya navxwe û derve zelal bû.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku îro yekem karwana koçberan ku hejmara wan 431 kes e, vedigerin Herêma Kurdistanê.
Adil got, Hikûmeta Herêmê bi ti awayî rê nade wan qaçaxçiyan ku bi jiyana xelkê dilîzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin