Emar Hekîm: Em pistevaniyê didin hemû hewldanên dijî gendeliyê
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hikme ya Iraqê Emar Hekîm, beriya bidawîbûna proseya damezrandina hikûmeta serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, ragihand ku ew dê piştevaniya hemû aliyên ku li dijî gendeliyê û gendelkaran têkoşînê didin bikin.
Hekîm ev daxuyanî piştî diziya li Banka Rafîdeyn û girtina tohmetbarên diziyê da û got, ew ji ber xebatên wan ên dijî gendelî û gendelkaran pîrozbahiyê li Wezareta Navxwe ya Iraqê, Desteya Wezîran û Daraza Bilind dike.
Herwiha Hekîm destnîşan kir ku ew ê piştgiriyê bidin hemû gavên derbarê lêpirsînên gendeliyê û radestkirina diravên hatine dizîn bo xezîneya Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin