Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm li Hewlêrê civiyan: Divê mafê hemû pêkhateyan parastî be
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 21ê Sibatê pêşwaziya Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimaniya Iraqî Seyîd Emar El Hekîm kir ku ji bo beşdariya li merasîma 18emîn salvegera bîranîna Şehîdê Mîhrab Ayetulla Mihemed Baqir El Hekîm hatibû Hewlêre.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de ku Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, Nêçîrvan Barzanî rola xwedê jêrazî Şehîd Mihemed Baqir El Hekîm li rûbirûbûna rejîma berê û helwestên wî yên li piştgîriya mafên gelê Kurdistanê û hevdû nêzîkkirina aliyan û pêkhatên Iraqê û danîna wan bingehên Iraqa nû da, bilind nirxand.
Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emniya Iraqê, kêşeyên Hewlêr – Bexda û hewl û guftûgoya çareserkirina wan ya li ser bingeha destûr, pêşhatên belavbûna pejika Kovid – 19 û encamên wê hatin guftûgo kirin.
Her du alî hevrê bûn ku hestiyariya qonaxa niha ya Iraqê û ew gefên rûbirûyê welat bûne, yekrêzî û tebayî û hevkarî û hemahengiya di navbera tevahiya alî û pêkhatên Iraqiyan dixwazin ji bo ku bikarin kêşe û qeyranan derbas bikin û hemû pêkve erkê niştimaniya xwe ya bi navê aramiya welat bi cih bikin.
Di hevdîtinê de çend babeteke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn xistin ber behs û guftûgoyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin