Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm li ser hikûmeta bê ya Iraqê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Iraqê Emmar Hekîm kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin, di hevdîtinê de rewşa Iraqê bi giştî, encamên hilbijartina pêşwext ya Encûmena Nûnerên Iraqê, pêşbîniyên pêşeroja proseya siyasî, hikûmeta bê ya federalî ya Iraqê û erk û gefên li ber wê hatin nirxandin.
Her du alîyan tekez li ser girîngiya parastina aramiya siyasî ya li welat û destgirtina bi bijardeya demokrasiyê û pêşxistina proseya siyasî û gihîştina hêz û aliyên Iraqiyan bi hevdu têgihiştineke rizamend ya ji bo hemûyan kirin ku xizmetê bi niha û paşeroja Iraqê û çareserkirina kêşeyên wê bike.
Di beşeke din a hevdîtinê de behsa dîtin û têbîniyên li ser proseya dengdanê hate kirin û her du alî hevnêrîn bûn ku her nerazîbûn û têbîniyek li ser encamên hilbijartinê hebe, li gor rêkarên destûrî û yasayî bêne çareserkirin û hikûmeta bê jî girîngiyê bi daxwaza welatiyan bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin