Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Emar Hekîm re civiya

11 April 2021 12:32 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Emar Hekîm re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku doh 10ê Nîsanê dest bi serdana xwe ya Bexdayê kiribû di roja duyemîn de hevdîtinên xwe berdewam dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 11ê Nîsanê li baregeha Tevgera Hîkme, bi serokê tevgera Hikme Emar Hekîm re civiya.

Tê çaverêkirin Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê nêzikî 9 civînan pêk bîne. Nêçîrvan Barzanî ku dê li gel serkirdeyên Şîe û Sunne kom bibe, biryar e li gel Nûrî Malikî, Hadî Amîrî, Xemîs Xencer, Usame Nuceyfî û Tevgera Sedir jî bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê doh jî bi her sê serokatiyên Iraqê, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî re civîyabû.