Mesrûr Barzanî bi Emar Hekîm re civiya: ‘Em pistevanê rêkeftina Hewlêr-Bexdayê ne’
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî û Hevpeymaniya Iraqiyon Emar Hekîm kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa Iraq û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hatin kirin.
Serokê Tevgera Hîkme bal kişand ser ku ew Herêma Kurdistanê wek dost û hevpeymaniya xwe dizanin û pêwîst e destûr bibe binemaya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî de.
Hekîm got, “Em piştevaniya wê rêkeftina ku di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî de li ser budceyê Iraqê ya sala 2021an hatiye îmzekirin dikin û hêvîdar in li Encûmena Nûneran a Iraqê deng li ser were dayîn.”
Serokwezîr Mesrûr Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir ku Herêma Kurdistanê her dem ligel çareserkirina rîşeyî ya pisgirêkan e li ser binemaya dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, parastina taybetmendî û qewareya federalî ya Herêmê û berçavgirtina perensîpên hevsengî, hevbeşî û lihevkirinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin