Mesrûr Barzanî bi El Hekîm û sanda pê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkme ya Iraqê Emar Hekîm û şanda ligel wî li Hewlêrê civiyan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di wê kombûnê de danûstandin li ser dawî guhertin û pêşhatên rewşa Îraqê û deverê û pêdivîtî û giringiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, ger niyetpakî hebe çareserkirina tevaya kêşeyan ne zehmet e got ku divê wekî qewareyeke destûrî û federalî û di çarçoveya destûrî de serederî bi Herêma Kurdistanê re bê kirin.
Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkme Emar Hekîm jî da zanîn ku serdana vê dawiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê roleke girîng û erênî di ronkirina mijarên peywendîdar bi kêşeyên navbera Herêmê û Hikûmeta Federal de çêbûye û got, "Heta niha derfeteke baş ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya danûstandinan û bihêzkirina baweriyê û li ser bingeha lihevkirinan û destûrî heye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin