Mesrûr Barzanî bi sanda Neteweyên Yekbûyî re civiya

21 June 2023 20:01 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi sanda Neteweyên Yekbûyî re civiya

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Hezîranê pêşwazî li şandeke bilind a Netewên Yekbûyî (NY) ya bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY û rêveberê herêmî yê bernameya NYê yê pêşdebirina UNDP a taybet ji bo welatên Erebî Ebdula Derderî kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku di devdîtinê de Cîgirê Sekreterê Giştî yê NYê kurteyek derbarê kar û çalakiyan û armanca serdana xwe ya ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê pêşkeş kir û ragihand, armanca wan alîkariya di warên aborî û çavkaniyên dahat û tekoşîna bi bandor a li hember nerêniyên guhertina keşûhewa ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, behsa çaksaziyên kabîneya nehem ên ji aliyê hemcurekirina aboriyê û dîjîtalkirina xizmetan û çalakkirina sîstema banka û hêsankariyên ji bo veberhênêrên navxwe û derve kir.

Di civînê de, herwiha li ser girîngiya parastina dewlemendiyên avê û çêkirina bendavan hate rawestîn.