Emar Hekîm: Divê postê Serokatiya Parlamena Iraqê vala nemîne
PeyamaKurd - Serokê Tevgera Hîkme ya Niştîmanî ya Iraqê Emar Hekîm ragihand ku valahiştina postê Serokê Parlamenê pirsgirêkeke mezin e û xwest ku aliyên siyasî bi danûstandinan vê pirsgirêkê çareser bikin.
Emar Hekîm da zanîn ku nêzîkî heft mehan e postê Serokatiya Parlamena Iraqê vala ye û got: “Ev pirsgirêkeke mezin e û bandoreke neyînî li ser aramiya pêvajoya siyasî ya Iraqê dike. Loma divê ev post bi lihevkirineke siyasî bê tijekirin.”
Hekîm bang li hemû aliyên siyasî yên Iraqê kir ku vê pirsgirêkê di çarçoveya destûrê û beşdariyeke niştimanî çareser bikin û dom kir: “Ji bo ev pirsgirêk nebe sedema dubendî û hevrikiya navbera pêkhateyan divê tafilê bê çareserkirin. Em tekez dikin ku hevgirtina me nîşana bihêziya me ye.”
Piştî desthilata dadwerî ya Iraqê di 14ê Mijdara 2023yan de Serokê Parlamenê Mihemed Helbûsî ji erkê wî dûr xist, piştî pênc rûniştinên parlamenê û sê pêvajoyên dengdanê jî, ji ber lihevnekirina aliyên siyasî Parlamena Iraqê hê jî bê serok e.
Dengdana dawî ya hilbijartina Serokê Parlamenê roja Şemiyê hate kirin.
Di vê dengdana ku Mehmûd Meşhedanî, Salim Îsawî, Telal Zewbeî û Amir Ebdulcebar bûbûn namzet de dîsa pirsgirêk derketibûn û hilbijartin bi encam nebûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin