Barzanî û Hekîm: Divê nakokî li ser esasê destûrê bên çareserkirin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ligel Serokê Tevgera Hikmeta Nîştimanî ya Iraqê Ammar El Hekîm civiya û di civînê de behsa giringiya bihêzkirina têgihîştina niştimanî di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de û pêwîstiya xebata hevbeş hat kirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de bi Serokê Tevgera Hikmeta Nîştimanî ya Iraqê Ammar El Hekîm re civiya.
"Ji bo beşdarbûna hemû pêkhateyên welat di proseya siyasî û birêvebirina karûbarên welat de, her du alî li ser giringiya pabendbûna bi destûrê weke bingehek ji bo çareserkirina kêşeyan û dabînkirina dadweriyê di navbera pêkhateyên welat de hemfikir bûn."
Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:
"Her du aliyan tekezî li ser giringiya hevgirtina hewlan ji bo derbaskirina wan astengên siyasî û aborî yên li pêşiya welat kirin. Aliyan tekezî li ser danîna nêrîneke yekgirtî kirin ku piştgiriya aramî û pêşketina Iraqê bike."
Her du aliyan behsa bandora pêşhatên dawî yên navçeyê li ser Iraqê û giringiya hevkarîkirina aliyên siyasî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin