Emar Hekîm: Divê em bi awayekî eskere binpêkirinan sermezar bikin
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm di merasîma cejnê de axivî û da zanîn, metirsiya mezin li ser proseya siyasî û demokrasî ya Iraqê heye û dibe ku rewş aloztir bibe.
Emar Hekîm li Bexdayê eşkere kir: “Aloziyên ku niha li Iraqê hene, dibe ku zêdetir bibin, proseya şikandina aliyan, xizmeta tu aliyekî nake û armanc wisa nayên pêkanîn, tenê kêşeyan zêdetir dike.”
Herwiha Hekîm diyar kir: “Mayîna rewşê bi vê şêweyê, ku çaverêya çareseriya derekî were kirin, metirsiyeke mezin e û encamên wê yên gelek xerab wê li ser proseya siyasî û demokrasî ya Iraqê bibe, loma divê em bi awayekî eşkere binpêkirinan şermezar bikin û hemû zirardayîna berjewendiya xelkê red bikin, ji wan; pêkanîna hikûmetê, ev derdixe holê ku kêşeyeke mezin li ser sîstema siyasî ya Iraqê heye, çawa dibe hilbijartin ji xelkê re bibe kêşe? Li şûna ku bawerî vegere xelkê, careke din heman xeletiyên berê dubare dibin, ku ev derza di navbera hikûmet û welatiyan de zêde dike.”
Emar Hekîm destnîşan kir: “Her ku diçe hêrsa xortan ji sîstema siyasî ya Iraqê zêde dibe û asayîşa welat rûbirûyî astengiya zêdetir dibe, ji bilî astengiyên ku hene, astengiyên din jî di rê de ne, ev xetimîn kêşeyan zêdetir dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin