Kamala Harris: Em bi berdewamî pistevaniyê didin mafê xweparastina Îsraîlê

27 October 2024 09:30 0 dîtin
Kamala Harris: Em bi berdewamî pistevaniyê didin mafê xweparastina Îsraîlê

PeyamaKurd – Namzeda Demokratan a hilbijartinên 5ê Mijdarê yên Seroktiya Amerîkayê û Cîgira Serokê Amerîka Joe Biden, Kamala Harris derbarê êrîşa Îsraîlê ya bi ser binesaziya leşkerî ya Îranê de, axivî.

Kamala Harris ji rojnamevanan re got, “Em gelekî bi biryarin ku rageşî bê kîmkirin û ev ji bo me gelekî girîng e. Helbet jî em bi berdewamî piştevaniyê didin mafê xweparastina Îsraîlê.”

Harris, hewldtanê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi bîr xist û diyar kir, ew di wê baweriyê de ne ku bi rêyên dîplomatîk pirsa Filîstîn-Îsraîlê bi awayê du dewletî çareser bike û li Lubnan û herêmê jî xebatên dîplomatîk bên meşandin.